"Zayenda vê lîstikê tune, kî dikare bila bilîze"

Keçikên Vanî bersivê didin gotina "jin nikarin futbolê bilîzin.

"Zayenda vê lîstikê tune, kî dikare bila bilîze"

Li herêmê, di beşa futbolê de hejmara sporvanên jin her ku diçe zêde dibe. Li Wanê sporvanên jin dixwazin di Lîga 3emîn a Federasyona Futbolê de bibin şampiyon û di pêşbaziyên lîga bilind de bilîzin.

Mamosteyê werzîşê Serhat Çınar li Wanê, tîmeke futbolê ya jinan ava kir.

Him keçikan elaqe nîşan nedidan him jî malbatan nedihîşt keçik futbolê bilîzin.

Ji ber vê yekê jî di destpêkê de nedikarî sporvanan peyda bike. Lê Mamoste Serhat dev ji xeyala xwe bernade.

Ewilî sporvan, pişt re jî malbatên wan qanî kirin. Niha li vê klûbê, di tîma futbolê ya jinan de 35 sporvan hene.

Tevî gotinên "hûn nikarin", xeyala wan şampiyona ye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE