Li Adîlcewaza Bilîsê Gola Arînê qerisî. Li herêmê her çiqas sermaya zivistanê hebe jî ciwan li ser cemedê têra xwe dilîzin û kêf dikin.
Gola Arînê ya li Adîlcewaza Bilîsê bi sir û sermayê re îsal jî qerisî.
Ciwan jî li hev civiyan û li ser ava cemedgirtî bi topê lîstin.
Bi saya gola cemedgirtî gundiyên li dora golê ji ser cemedê rihettir û zûtir diçin bal hev û tên.