Şîraniya herêmî: Katîtkê petîxan

Ji bo ku zivistanê bixwin dest bi haziriyê kirin. Ketîtkê petîxan şîraniyeke Midyadê ye. Kewanî, petîxan diqeşêrin, li ser banan hişk dikin û paşê jî bi dimsa tiriyê mezrone dikin şîranî… Em ê herin temaşa vî karî…

Beriya ku xurekên fabrîqasyon berbelav bibin, Midyadiyan zivistanê taştiya xwe bi şîraniyeke malê dixwar…

Ji bo ev şîranî jibîr nebe, jinên Midyadî li ÇATOMê kom bûn, careke din petîxên xwe hazir kirin.,

Qaxên petîxan wê bi qasî mehekê li ber tavê raxistî bin. Piştî ku hişk bûn jî ew ê bi dimsa tiriyê mezrone werin xwarin.

Şîrove Bike