10 caran qelbê wê sekinî

Keçika biçûk a 2 salî ku 93 roj bûn li Nexweşxaneya Batmanê dima, di pêvajoya tedawiya xwe de 10 caran qelbê wê sekinî.

Keçika biçûk bi saya mudaxeleya ewil û emeliyata doktoran vegeriya heyatê û hat ser xwe.

10 caran qelbê wê sekinî, lê dîsa dev ji jiyanê berneda.

Mavîn Yuceya 2 salî ku 93 roj in li nexweşxaneya Batmanê radiza, di pêvajoya tedawiya xwe de 10 caran qelbê sekinî.

Lê bi saya mudaxeleya ewil a xebatkarên nexweşxaneyê Mavîna biçûk her carê hat ser xwe û ji mirinê xilas bû.

Keçika biçûk a ku demeke dirêj bi cîhaza bêhnstandinê jiyana xwe dewam didomand, piştî emeliyateke serkeftî baş bû û hat ser xwe.

Malbata Mavîna biçûk ji bo fedekariya wan spasî hemû xebatkarên nexweşxaneyê kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE