1,3 milyon kes ji ber nexweşiya veremê mirin

Li gor daneyên Rapora Verema Kurewî ya 2018an di sala 2017an da 1,3 milyon kes ji ber nexweşiya veremê mirin

1,3 milyon kes ji ber nexweşiya veremê mirin

Li gor daneyên Rapora Verema Kurewî ya 2018an a Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê di sala 2017an da 1,3 milyon kes ji ber nexweşiya veremê (êşa zirav) mirin.

Di rapora rêxistinê da hat gotin li giştiyê dinyayê di sala 2017an da 10 milyon kes nexweşiya veremê ketin û ji van 1,3 milyon kes mirin.

- Herî zêde li Afrîka û Asyayê heye

Hat gotin ji 10 milyon kesên nexweşiya veremê lê peydabûn jê 3,2 milyon jin û milyonek jî zarok in.

Hat tespîtkirin ji sedî 90ê nexweşan jê ji 15 salî mezintir in.

Li gor raporê nexweşiya veremê herî zêde li parzemînên Afrîka û Asyayê heye.

- Di 1,7 milyar kesan da mîkroba veremê heye

Di raporê da hat gotin li dinyayê di 1,7 milyar kesan da mîkroba veremê heye ku ev jî teqabûlê ji sedî 23yê nifûsa dinyayê dike.

Hat gotin rêjeya veremê li giştiyê dinyayê kêm bûye, lê wisa xuya dike wê heta 2020an bi tevahî ji holê ranebe.

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê armancek daye li ber xwe ku heta sala 2020an nexweşiya veremê ji holê rabe.

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Çile 2019, 17:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE