27 dermanên din jî li ser lîsteya dermanên ku pereyê wan paşva tên dayîn hatin zêdekirin

27 dermanên din jî li ser lîsteya dermanên ku pereyê wan paşva tên dayîn hatin zêdekirin

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê daxuyand wan jê 2 yê pençeşêrê navê 27 dermanan li ser lîsteya dermanên ku pereyê wan paşva tên dayîn zêde kir ku ji van 14 derman yên xwemalî ne.

Selçukê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got li ser malpera înternetê ya Saziya Ewlehiya Civakî der barê Teblîxa Sepana Tenduristiyê da verastkirinên nû hatine weşandin.

Wezîr Selçukê got di lîsteya dermanên ku pereyê wan paşva tên dayîn da 374 dermanên ji dervayî welêt tên temînkirin, ji Tirkiyeyê jî 8 hezar û 339 dermanên biruxset hene, jê 2 yê pençeşêrê navê 27 dermanan li ser lîsteyê hatin zêdekirin.

Selçukê anî ziman ji van 27 dermanan jê 14 yên xwemalî ne, bi van va hejmara dermanên ku pereyê wan paşva tên dayîn gihîştiye 8 hezar û 366an û ew hêvî dike derman ji bo nexweşan bibe şifa.

Dermanên ku li ser lîsteyê hatin zêdekirin ev in:

4 heb dermanên antîînflamatuvar întestînalê, dermanekî di kêmasiya enzîman da tê bikaranîn, dermanekî tansiyonê, dermanekî lipîdê kêm dike, dermanekî mantarê yê topîkal, dermanekî di nexweşiyên çêrm da tê bikaranîn, dermanekî antîvîral a topîkal, dermanekî topîkal kortîkosteroîdê, dermanekî hormonê yê sîtemîk, 3 dermanên îmmunglobulînê, 4 dermanên îmmunosupresanê (jê 2 heb yên pençeşêrê ne) dermanekî masûlkeyan rehet dike, dermanekî antîepîleptîkê, 4 dermanên Astim-KOAHê, dermanekî xwarina enteralê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE