Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca diyar kir ku ji bo şaxên xizmetê yên teşkîlata gundewar a Wezareta Tenduristiyê 8 hezar û 844 personelên tenduristiyê yên bi peyman li gorî puana KPSSê û ji ser pergala OSYMê wê bên hildan.
Wezîr Koca ji ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê hildana personelan da daxuyanî weşand.
Di daxuyaniyê da Koca got: "Ji bo birêvebirina kar û xebatên şaxên Wezareta Tenduristiyê yên li gundewaran em ê bi bicihkirina navendî ya OSYMê va 8 hezar û 844 personelên tenduristiyê yên bi peyman hildin."
Koca peyama xwe wiha domand:"Di vê çarçoveyê da 3 hezar û 762 hemşîre, hezar û 91 ebe û 3 hezar û 476 jî teknîker û teknîsyenên tenduristiyê ku wê bi unvanên psîkolog, xebatkarê civakî, biyolog, odyolog, perwerdekarên zarokan, pisporê diyetê, fîzyoterapîst, terapîstê kar û eleqedariyê, terapîstê ziman û axaftinê, perfuzyonîst û fizîknasê tenduristiyê wê bên hildan."
AA