Aren Kayayê 9 mehî bi nexweşiya SMA’yê yanê spînal mûskuler atrofiyê ketiye. Ji bo tedawiya wî 2 milyon û nîv dolar lazim e. Malbata wî jî niha li benda alîkariyê ye.
Şüheda û Vahap Kaya 4 sal berê zewicîn. Bi riya pitika tupê zarokekî wan çêbû. Navê wî jî Aren e. Lê dema ku 6 mehî bû gotin ku Aren bi nexweşiya SMA’yê yanê Spînal Mûskular Atrofiyê ketiye.
Dayika Aren her roj bi wî re mijûl dibe û ekzersîzan dike. Aren niha 9 mehî ye. Lê nikare li ser çok û destên xwe bikişîne.
Ji bo ku bimeşe lazim e tedawî bibe. Ji bo tedawiya wî jî 2 milyon û nîv dolar lazim e.
Malbat niha li benda xêrxwazan e.