Aşîkirina ji 500 hezarî zêdetir astengdarên li malê tên xwedîkirin dest pê dike

Wezîr Yanikê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyand Tirkiye bi binesaziya xwe ya tenduristiyê û xizmetên civakî li hemberî şewbê têkoşîneke girîng dide û hemû derfetên xwe bi kar tîne.

Aşîkirina ji 500 hezarî zêdetir astengdarên li malê tên xwedîkirin dest pê dike

Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanikê daxuyand di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da ji 500 hezarî zêdetir kesên astengdar ên Alîkariya Xwedîkirina Li Malê hildidin û eqrebayên wan ên li malê wan xwedî dikin wê gavbigav bên aşîkirin.

Wezîr Yanikê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyand Tirkiye bi binesaziya xwe ya tenduristiyê û xizmetên civakî li hemberî şewbê têkoşîneke girîng dide û hemû derfetên xwe bi kar tîne.

Yanikê got ji ber vê aşîkirina astengdaran jî pir girîng e û wiha dewam kir: "Di nav meha çileya paşîn da astengdarên me yên di saziyên me da dimînin hatin aşîkirin. Niha aşîkirina ji 500 hezarî zêdetir kesên astengdar ên Alîkariya Xwedîkirina Li Malê hildidin û eqrebayên wan ên li malê wan xwedî dikin ast bi ast dest pê dike. Ez spasiya Fahrettîn Kocayê Wezîrê me yê Tenduristiyê dikim piştgiriyê dide me û her wiha spasiya hemû xebatkarên me yên xizmeta civakî dikim ku hewl didin astengdarên me ji tesîra nebaş a şewbê biparêzin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE