Aşîkirina Kovîd-19ê bi xebatkarên tenduristiyê va dest pê kir

Aşîkirina xebatkarên tenduristyê yên ku di têkoşîna dijî Kovîd-19 da di refên pêş da cih digirin, dest pê kir.

Aşîkirina Kovîd-19ê bi xebatkarên tenduristiyê va dest pê kir

Aşîkirina xebatkarên tenduristiyê yên ku di têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da di refên pêş da cih digirin, dest pê dike.

Aşiya Coconavacê ya ku ji Çînê hat 14 rojan hat ceribandin.

Piştî ceribandina 14 rojan cara ewil duh êvarê Wezîrê Tenduristiyê Farettîn Koca û endamên Lijneya Zanistê aşî bûn.

Di civîna Lijneya Zanistê ya ku di 3yê çileya pêşîn a 2020î da çêbûbû da hatibû gotin ku xebatkarên tenduristiyê wê ewil bên aşîkirin.

Piştî vê demê xebatan dest pê kiribû, lîsteya xebatkarên tenduristiyê ji hemû saziyên tenduristiyê hatibûn berhevkirin. Hatibû xwestin ku ka ji wan kê Kovîd-19 derbas kiriye bila di lîsteyan da bê nivîsandin. Paşê rayedaran van lîsteyan şandibûn midûriyên tenduristiyê yên bajaran.

Hatibû daxuyandin ku kesên Kovîd-19 derbas kirine di navbera 4-6 mehan da neyên aşîkirin jî dibe û lîsteya yên din hatibû amadekirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê li Tirkiyeyê milyonek û 100 hezar xebatkarên tenduristiyê hene.

Wezîr Koca di 14ê îlona 2020î da daxuyandibû ku 40 hezar xebatkarên tenduristiyê Kovîd-19 derbas kirine.

Li Tirkiyeyê di parta ewil ya aşiya CoronaVacê da 3 milyon aşî hene. Ev aşî wê 28 rojan carekê 2 dozan bên bikaranîn. Kesên Kovîd-19 derbas kirine wê neyên aşîkirin. Ji îro pê va di nav mehekê da aşîkirina xebatkaran wê dest pê bike û evê di têkoşîna dijî nexweşiyê da bibe gaveke mezin.

- MHRSyê randevuya xebatkarên tenduristiyê rojane kir

Ji bo aşiya CoronaVacê ya ji Çînê hat li xebatkarên tenduristiyê bixin Sîstema Randevuya Hekîman a Navendî (MHRS) qisma "randevuya aşiyê" li sîstemê zêde kir.

Dema xebatkarên şertê wan digrin li sîstemê werin danasîn Wezareta Tenduristiyê ew ê ji wan kesan ra peyamê bişîne.

Xebatkarên tendusiryinê ew ê li ser MHRSyê ji hekîmtiyan an jî ji nexweşxaneyan randevuyê bistînin û aşiya Kovîd-19ê bibin.

Bi saya karekoda li ser aşiyan xêncî kesên ji bo wî hatiye tehsîskirin kesekê din nikare aşiyê bi kar bîne.

- Di pîlana 4 gavê ya aşiyê da kî hene?

Di gava ewil da bi xebatkarên tenduristiyê ra welatiyên ji 65 salî mezintir, kal û pîr, astengdar, kesên li malên parastinê dimînin û welatiyên li herêmên qerebalix dijîn ew ê bên aşîkirin.

Di gava duyan da kesên di karên ji bo civakê girîng da dixebitin, rîska wan zêde ne, ji 50 salî mezintir in û herî kêm nexweşiyeke wan a kronîk hene ew ê bên aşîkirin.

Di gava sêyan da welatiyên ji 50 salî piçûktir ên herî kêm nexweşiyeke wan a kronîk hene, ciwanên mezin, kesên di herdu kategoriyan da cî nagrin û di sektor û meslekên din da dixebitin werin aşîkirin.

Di gava çaran da jî kesên di nav hersê xalên jorê da cî nagrin ew ê werin aşîkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE