Bal kişandin ser nexweşiya pençeşêrê

Xwendekaran ji bo nexweşiya pençeşêrê çalakî li dar xist

Bal kişandin ser nexweşiya pençeşêrê

Li Midyada Mêrdînê, xwendekarên lîseya lokman hekîmê ji bo balê bikşînin ser nexweşiya pençeşêrê çalakiyek li dar xistin. Xwendekaran, li dibistanê kurdeleyên pembe belav kirin. Afîşên ku derbarê nexweşiyê de amade kiribûn bi dîwaran ve kirin. Her wiha bijîşkê pispor ê penceşêrê Aytaç Açikalin jî agahî da zarokan.

Li seranserê dinyayê her ku diçe nexweşiyên penceşêrê zêde dibin.

Xwendekarên Lîseya Lokman Hekîmê ya Midyada Mêrdînê jî ji bo balê bikşînin ser nexweşiyên penceşêrê û têkoşîna wê çalakiyek li dar xistin.

Xwendekaran li dibistanê kurdeleyên pembe belav kirin, afîşên ku derbarê nexweşiyê de amade kiribûn bi dîwaran ve kirin.

Bijîşkê Pispor Aytaç Açikalin jî bi xwendekaran re xeber da û derbarê têkoşîna li dijî penceşêrê de agahî da.

Xwendekar dibêjin ji bo têkoşîna li dijî pençeşêrê divê em giringiyê bidin teşhîsa zû.

Dîroka nûkirinê: 08 Mijdar 2018, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE