Micadeleya li dijî şewbê her ku diçe zêdetir encam dide. Li Rihayê pitikeke 5 mehî ji vîrûsa koronayê filitî. Pitik û malbata wê bi çepıkan ji nexweşaneyê derketin.
Semanûra 5 mehî û malbata wê bi vîrûsê ketibûn.
Ji Vîranşehrê çûn serî li nexweşxaneya Lêkolînê ya Rihayê dan.
Piştî tedawiya 10 rojî baş bûn û hatin şandin malê.
Dema ji nexweşxaneyê derketin, xebatkarên tenduristiyê ji wan re li çepikan dan.
Semanûra ku li bajêr nexweşa şewbê ya herî piçûk bû, kêfa hemû kesan anî.