Doç.Dr. Îlyas Yoldaş ji bo nexweşên koronayê baş bibin fidekariyeke mezin kir û di çarçoveya ceribandinê de aşiya Çînê li xwe xist. Yoldaş got: laşê min li dijî vîrûsê antîkor çêkir, bila gel teqez aşî bibe.
Doç. Dr. Îlyas Yoldaş li Nexweşxaneya Fakûlteya Dîcleyê pisporê tenduristiya gel e.
Dixtor Yoldaş 5 hefte berê di çarçoveya cerebandina aşiya Çînê de bi dilxwazî derzî li xwe xist.
Bi saya aşiyê di laşê wî de li dijî mîkroban antîkor peyda bû.
Doç. Dr. Îlyas Yoldaş got piştî aşiyê aciziyeke min çênebû.
Yoldaş diyar kir ku ji bo xelasiyê divê gel teqez aşî bibe, lewra ew dibêje aşî dijminê şewba koronayê ye.
Vîrûsa koronayê li Îngilistanê mutasyon derbas kiribû. Gelo tesîra aşiyê wê li ser mutayonê çawa be.