Bi navenda tedawıya fîzîkê kêf xweş bûn

Êdî hewce nake nexweş ji bo tedawiyê herin navçeyên din

Bi navenda tedawıya fîzîkê kêf xweş bûn

Li nexweşxaneya dewletê ya Dêrika Çiyayê Mazî, navenda tedawiya fîzîkê vebû. Êdî hewce nake ku xelkê navçeyê here nexweşxaneyên navçeyên din.

Tedawiya Fîzîkê ji bo nexweşiyên bedenî dermana herî baş e.

Lê heta îro li nexweşxaneya dewletê ya Dêrika Çiyayê Mazî beşa tedawiya fîzîkê tunebû.

Şêniyên navçeyê jî ji bo tedawiyê yan diçûn cihên taybet an jî diçûn navçeyên din ên li derdorê.

Lê êdî ev çileya Dêrikiyan qediya.

Ji roja ewil ve 40 nexweşî ji bo tedawiyê serî lê da jî.

Rêvebiriya nexweşxaneyê dê li gorî elaqeya nexweşan, hejmara doktoran zêde bike.

Dîroka nûkirinê: 25 Kanûn 2018, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE