Bi pûana KPSSyê ji bo hildana 12 hezar personelan îlan

ezareta Tenduristiyê ragihand di nav mehekê da bi pûanê KPSSyê ji bo hildana 12 hezar personelên bipeyman yên tenduristiyê wê îlan bê dayîn.

Bi pûana KPSSyê ji bo hildana 12 hezar personelan îlan

Wezareta Tenduristiyê ragihand di nav mehekê da bi pûanê KPSSyê ji bo hildana 12 hezar personelên bipeyman yên tenduristiyê wê îlan bê dayîn.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û wiha got: "Me berê mizgînî dabû ku em dixwazin 29 hezar û 689 personelên tenduristiyê yên nû hildin û ji bona destpêkê em ê 12 hezar personelên bipeyman yên tenduristiyê hildin. Bira li ser xêrê be."

Koca diyar kir berê gotine ku Wezareta Tenduristiyê ji xeynî hildana hekîm, hekîmên diranan û dermançêkeran wê 29 hezar û 689 personelên tenduristiyê yên nû jî hildin û wiha got: "Di destpêkê da jê 6 hezar û 835 hemşîre, hezar ebe û 3 hezar teknisyenên tenduristiyê/teknîkerên tenduristiyê di warê psîkolog, personelê civakî, biyolog, odyolog, xwedîkirê zarokan, diyetisyen, fizyoterapîst, terpîstê kar û xebatê, terapîstê ziman û xeberdanê, perfuzyonîst û fizîkzanên tenduristiyê bi destê OSYMyê bi bicîkirina navendî 12 hezar personelên bipeyman yên tenduristiyê bên hildan. Mîna her gav wê bi pûanê KPSSyê be û di nav mehekê da jî wê îlan bê dayîn."

 Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca destnîşan kir namzed dikarin îlanê ji ser malperên Midûriyeta Giştî ya Xizmetên Rêvebirinê ya Wezareta Tenduristiyê û OSYMyê teqîb bikin.

Dîroka nûkirinê: 05 Tîrmeh 2019, 17:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE