Bi qasî 300 hezar xebatkarên turîzmê aşiya Kovîd-19ê bûn

Bi qasî 300 hezar xebatkarên turîzmê aşiya Kovîd-19ê bûn

Alîkarê Wezîrê Çand û Turîzmê Nadir Alpaslan diyar kir, li gorî dabînkirina aşiyê, heya dawiya hezîranê hemû xebatkarên turîzmê dê bên aşîkirin û wiha got, "Heta niha bi qasî 300 hezar turîzmvanên me aşî bûn. Em dikarin bêjin turîzmvan ji sê paran du parê wê aşî bûn."

Ji bo ku geşbûna sektora turîzmê gelek xebat tên kirin ku yek ji van jî aşîkirina xebatkarên sektorê ne. Di vê çarçoveyê da xebatkarên turîzmê li kategoriya pîşeyên ku aşiya Kovîd-19ê dibin hatin zêdekirin.

Alîkarê Wezîr Alpaslan di çalakiya "Ji bo Turîzmê Ewlehî" ku Wezareta Çand û Turîzmê li Antalyayê li dar xist da ji peyamnêrê AAyê ra li ser aşîkirina turîzmvanan û destpêkirina trafîqa geştên asîmanî ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê daxuyanî dan.

Alpaslan diyar kir, wan şefên mîsyonê yên 90 welatî li Antalyayê ezimandin, li cihê wê ji wan ra behsa Sertîfîkasyona Turîzma Ewle kir û her wiha wan ji balyozan ra destnîşan kir, turîstên ku werin Tirkiyeyê betlaneyê dê tetîleke pir ewle, xweş û bikonfor bikin.

Alpaslan bal kişand, aşîkirina turîzmvanan meha nîsanê dest pê kir û wiha got, "Armanca me ew bû ku dawiya gulanê aşîkirina hemû turîzmvanan bi dawî bibe. Heta niha bi qasî 300 hezar turîzmvanên me aşî bûn. Em dikarin bêjin turîzmvan ji sê paran du parê wê aşî bûn."

- Xebatên ji bo destpêkirina trafîqa geştên asîmanî ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê didomin

Alpaslan diyar kir, madeya rojevê ya yekemîn a ziyareta hefteya çûyî ya Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy a ji bo Rûsyayê, destpêkirina trafîqa geştên asîmanî ya di navbera her du welatan da bû. Alpaslan got ku heyeta Rûsyayê dê di demeke kurt da were Tirkiyeyê û di cih da tesbîtê bike û wiha got, "Em dixwazin ku geştên asîmanî yên digel Rûsyayê di kurtedemekê da dest pê bikin. Xebatên ji bo vê yekê bênavber didomin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE