Birînên Resûleynê li Rihayê tên pêçan

Li bajarê Resûleynê yê Sûriyeyê ku bi Herekata Kaniya Aştiyê hat kontrolkirin, kesên ku pêwîstiya wan bi tedawiyê heye, sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşara Rihayê dikin

Birînên Resûleynê li Rihayê tên pêçan

Li bajarê Resûleynê yê Sûriyeyê ku bi Herekata Kaniya Aştiyê hat kontrolkirin, kesên ku pêwîstiya wan bi tedawiyê heye, sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşara Rihayê dikin ku bên tedawîkirin.

Li bajarê Resûleyna ku di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê ya ku li bakurê Sûriyeyê bi destê Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê li dijî rêxistinên terorê YPG/PKK û DEAŞê hat lidarxistin da hat kontrolkirin, di her warî da gelekî hewildan tê dayîn da ku bajar bi ser xwe da were.

Li Resûleyna ku ji nava pençeyên terorê hat derxistin, kesên ku pêwîstiya wan bi xizmeta tenduristiyê heye, bi ambulansan sewqî Tirkiyeyê dikin.

Yên ku pêşiyê ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Ceylanpinara li ser sînor tên sewqkirin, piştî midaxaleya ewil a li vê derê ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê tên veguhestin.

Bi destê Wezareta Tenduristiyê ji bo nexweşxaneyê ekîpman û personel wekî teqwiye hatin şandin. Herwiha ekîba cerahiya dil û demar di serî da, gelek xebatkarên tenduristiyê yên ku bi peywirdarkirinê hatin nexweşxaneyê bi dil û can dixebitin û xizmetê dikin.

Serhekîmê Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê Îlhan Erkan di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da sipasiya xebatkarên tenduristiyê yên ku di çarçoveya herekatê da li nexweşxaneyê hatin peywirdarkirin, kir.

Erkan diyar kir ku encamên herekatê serketî ne û wiha dewam kir:

"Di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê da kêmasiyên me bi destê Wezareta me ya Tenduristiyê demildest hatin temamkirin. Niha em ji ser asta statuya nexweşxanya navçeyê xizmetê pêşkêş dikin ku ev ji bo me şanazî ye. Li navçeya me emeliyeta dil a vekirî tê kirin ku ev ji bo me serkeftineke mezin e. Di serî da Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan, ez sipasiya hemû rayedaran dikim ku ev derfet dan me."

Sûriyeyên ku tedawiyê dibînin jî ji ber xizmeta tenduristiyê ya pilebilind û helwesta mirovane, sipasiya Tirkiyeyê kirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 17:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE