Li Muşê pitikek hat dinyayê û boriya wê ya xwarinê tune bû. Nexweş sewqî Elazığê kirin. Li vir emeliyateke serkeftî hat kirin û ji bo pitikê boriya xwarinê hat çêkirin.
Li Muşê pitikek hat dinyayê û boriya wê ya xwarinê tune bû. Ji 5 hezar pitikan ancax 1ê wan bi vî şiklî tê dinyayê.
18 saet piştî welidînê pitik li Elazığê hat emeliyatkirin û ji bo pitikê boriya xwarinê hat çêkirin.
Dixtor Fikret Ersöz got,"Nexweş çawa hat me ew hilda emeliyatê. Emeliyatê nêzî 4 saetan dewam kir. Me ji bo wê boriya xwarinê yeke nû vekir. Nêzî rojek û nîv dê girêdayî makîneyê be. Dû re em ê ji makîneyê veqetînin. Heta 10 rojan wê bikaribe şîr bixwe."
Pitik wê nêzî 2 hefteyan li nexweşxaneyê bê raçavkirin, dû re wê ji nexweşxaneyê derkeve.
Ger pitikên vî şiklî hatine dinyayê emeliyat nebin, ew dimirin.