Li Tirkiyê nêzî 25 hezar nexweş ji bo siheta xwe li benda neqla lebatan e.
Navenda Tibê ya Turgut Ozala Meletîyê di warê neqla lebatan de binav û deng e.
Ji sala 2002’an û vir ve li nexweşxaneyê 2 hezar û 500 neqlên kezeba reş hatin kirin.
Tîma tenduristiya nexweşxaneya Turgut Ozalê vê carê ji bo ceribandina rekoreke neqlan ketin emeliyatan.
Berîya operasyona emelîyatan nexweş û bexşîner yek bi yek hatin nexweşxaneyê û ji hev xatir xwestin.
Bijîşkê neqla lebatan Adil Başkıran got “Em bawerî bi bijîşkan tînin, inşelleh wê emelîyateke baş derbas bibe. Daxwaza min ew e ku ez demildest baş bibim.”
Bi awayekî hevdem ji 5 kesan kezeba reş hat girtin û neqlî 5 nexweşan hat kirin.
Li ser navê Guinnessê bi şahîdiya noterê: ji Ezerbeycanê profesor Nuru Bayramov, Waliyê Meletiyê Aydin Baruş, Şaredar Selehattin Gurkan û midûrê tenduristiyê Recep Benlî li amelîyatan temaşe kirin û qeyd kirin.
Emeliyeta 10 kesan di saet 8ê de sibê dest pê kir û di saet 6ê êvarê de dawî bû.
Nexweşxaneya Turgut Ozalê piştî serfiraziya emelîyatan serî li ‘Pirtûka Rekoran Guinnesê’ da.