Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca destnîşan kir ku di têkoşîna dijî vîrusa koronayê da 1ê Adarê pê va wê pêvajoya asayîbûnê dest pê bike
Wezîrê Tenduristiyê Koca di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê da wiha got: "Gavên ji bona asayîbûnê bi hesasî tên avêtin. Bi heyama biryarên ku di cî da tên avêtin em ê bere bere asayî bibin. Ji 1ê Adarê pê va wê pêvajo li gor krîterên hatine destnîşankirin di asta rîskê ya 4an da bi lijneyên hifzisiheyê yên di serokatiya waliyan da dest pê bike."AA