Li Mêrdînê li nexweşekî ku damarên wî fireh bûne, bi emelîyata girtî damarê çêkirî hat bicihkirin. Rewşa nexweş niha baş e û li bendê ye ku tabûrcî bibe.
Mehmet Kandemîrê ku li Bismila Diyarbekirê dijî, ji ber êşa piştê serî li nexweşxaneyê da.
Piştî kontrol û rontgenan derket ku damarê wî yên sereke zêde fireh bûne.
Kandemîr ji bo Tedawîyê çû Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mêrdînê.
Ji bo nexweşê ku rewşa wî her ku diçû giran dibû, dixtoran biryara emeliyatê da.
Lê ji ber nexweşiyên wî yên din, Kandemîr nikaribû emeliyata vekirî bibe.
Dixtoran bi emeliyata girtî damarên çêkirî li laşê Kandemîr bi cih kirin.
Emelîyatê 3 seatan ajot, piştî emelîyatê Kandemîr baş bû û niha li bendê ye taburcî bibe.