Dema raporekê heta 14 rojan hat dirêjkirin

Wezîr Zehra Zumrut Selçukê ragihand 10 roj rapora ku doxtorekî di carekê da dida dema wê derxistin 14 rojan.

Dema raporekê heta 14 rojan hat dirêjkirin

Zehra Zumrut Selçuka Wezîra Malbat Xebat û Xizmetên Civakî diyar kir ku di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da rapora ku doxtorekî dikaribû qasî 10 rojan bida hat zêdekirin û êdî doxtorek dikare di carekê da 14 rojan raporê bide.

Selçuka Wezîr der barê tevdîrên Kovîd-19ê da daxuyaniya nivîskî da.

Selçukê got ku ji bo nexweşên kronîk ji 1ê adarê pê va heke dema rapora wan temam bibe lazim nake carekê dîsa herin doxtor, hetanî fermaneke din rapora wan ê di rewacê da be.

Selçuka Wezîr diyar kir ku bi vî awayî nexweşên kronîk û kesên di koma xeternak da ne ew ê ji bo nivîsandina raporê neçin nexweşxaneyan, rasterast herin dermanên xwe bikirin, pereyê dermanê wan jî ew ê bi destê Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) were dayîn.

- SGKyê pere bide

Selçukê destnîşan kir ku dibê welatî guh bidin rêgeza 14 rojan, kesên ji dervayê welêt tên bira 14 rojan dernekevin ciyekî û ev zehf girîng e.

Wezîrê wiha got: "Heke di kesên ji dervayê welêt tên da Z03.8 û Z03.9 (şika nexweşiyê) hebe doxtorekî di carekê da 14 rojan rapora îstirihetê bide wan, ji bo wan rojên ev kes nexebitin jî SGKyê pere bide."

Selçuka Wezîr got ku dema rapora ku doxtorekî dikaribû qasî 10 rojan bide hat zêdekirin û êdî doxtorek dikare di carekê da ji bo 14 rojan raporê bide. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE