Di germê de vexwarina avê pir giring e

Pispor dibêjin bêavî zirar dide gurçikan 

Di germê de vexwarina avê pir giring e

Li Herêmê germeke pir zêde heye. pispor ji bo vexwarina avê hişyar dikin û dibêjin zerara avê tune ye, xwe bê av nehêlin. 

Li bajarên herêmê îsal germeke zêde heye.  

Ji bona ku hewa germ e mirov zêdetir xwê dide û leşê mirov bê av dimîne. 

Pispor hişyar dikin û dibêjin rojê herî kêm 2-3 lître avê vexwin. 

Dema mirov bê av dimîne gurçikên mirov zirareke mezin dibînin. 

Bi taybetî jî kal û pîr û kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene divê baldar bin.  

Li gorî pisporan ger mirov nenexweş be zirarê ava sar jî tune.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE