Di heyama koronayê de pirsgirêka qelewbûnê

Hejmara kesên ku serî li Navenda Obezîteyê ya Nexweşxaneya Vanê didin zêde bû.

Di heyama koronayê de pirsgirêka qelewbûnê

Di rojên dawî de hejmara kesên ku serî li Navenda Obezîteyê ya Nexweşxaneya Vanê didin zêde bû. Bi saya navendê bi dehan kes ji kîloyên zêde xilas bûn.

Obezite pirsgirêkeke mezin e û sedema gelek nexweşiyan e. Mixabin ev nexweşî di vê heyama vîrûsa koronayê de zêdetir bû…

Kesên ku di mal de dimînin him giranî dan xwarinê him jî spor nekirin. Bi vê yekê re hejmara kesên ku serî li Beşa Obezîteyê ya Nexweşxaneya Vanê didin jî zêde bû.

Ji bo kîlodayînê, hin ji nexweşan dikevin bin kêrê ameliyat dibin hin ji wan jî bi operasyonên biçûk û bi parêzê tedawî divin.

Heta niha bi sedan kesî ji bo kîlodayînê serî li navenda Obezîteyê daye.

Lê ji wan bi tenê nêzî 100 kesî tedawiya xwe qedandiye û bi giştî 500 kîlo hatiye dayîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE