Di navbera Ukrayna û Hekariyê da "neqla jiyanê"

Malbata Pavlîv a ji Ukraynayê û malbata Oner a ji Hekariyê di neqla kezebê da alîkarî dan hev.

Di navbera Ukrayna û Hekariyê da "neqla jiyanê"

Malbata Pavlîv a ji Ukraynayê û malbata Oner a ji Hekariyê di neqla kezebê da alîkarî dan hev.

Mykola Pavlivê 39 salî yê li Lvîva bajarê Ukraynayê jiyana xwe didomîne ji ber ku çavê wî zer dibe diçe doxtor û di teşxîsê da tê dîtin ku sîrozî bûye.

Pavlîv ji bo were dermankirin bi Larysaya jina xwe ra diçe Îtalyayê û li wê derê dibêjin dibê kezebê neqlê wî bikin. Di nav eqrebeyên wî yên nêz da xwîn li hev nake û ji ber vê jî doxtorên li Îtalyayê nikarin emeliyata wî bikin.

Li ser vê malbata Palivî vedigerin welat û dibîhîzin ku li Tirkiyeyê ev emeliyata tê kirin.

Mykola Pavliv bi jina xwe ra tê Tirkiyeyê û serî li Nexweşxaneya Atakent Acibademê dixe û ji ber ku xwîna wan hev nagre jê ra "neqla çeprast" pêşniyaz dikin. Pavlîv vê teklîfê qebûl dike û li benda dîtina donorekî dimîne.

Direktoriya Neqla Gurçik-Kezebê ya nexweşxaneyê ji bo dîtina donorekî dest bi xebatê kir û Suleyman Onalê 66 salî yê ji bo neqla kezebê serlêdan kiribû dît.

Pisporan gotin ku Pavlîv û Onal dikarin bi neqla çeprast werin emeliyatkirin û li ser vê ji Suleyman Onal û Îzzet Onalê kurê wî yê 32 salî ra gotin ku dikarin bi jin û mêrê ji Ukraynayê ra neqla kezebê ya çeprast bibin.

Bav û kurê wî teklîf qebûl kirin.

Li ser vê rêveberiya nexweşxaneyê herdu malbat anîn Stenbolê û bi hev dan nasîn.

Suleyman Onalê Kurmancî diaxivî û Mykola Pavlivê Ukraynakî diaxivî bi navbenkariya wergeran têkilî danîn. Di demeke kin da Onal û Pavlîv semîmî bûn û dialoga xwe kûr kirin.

Herdu malbat hildan emeliyatê kezeba ji Larysa Palîvê hildan neqlî Suleyman Onal kirin, kezeba ji Îzzet Onal hildan jî neqlî Mykola Pavliv kirin.

Herdu neql jî bi serkeftî hatin temamkirin.

Mykola Pavliv daxuyanî da nûçeguhanê AAyê û got berê 2 caran ji bo tetîlê hatibû Tirkiyeyê vê carê ji bo tenduristiya xwe hat, ji ber ku gihîşte sihetê zehf kêfxweş e.

Pavlîv got ku ew ê ser medyaya civakî ra têkiliya xwe ya bi malbata Onal ra bidomîne.

Larysaya 38 salî dayika zarokekî got ji ber ku mêrê wê gihîşte sihetê zehf memnun e û ji ber ku teklîfa neqla çeprast qebûl kir jî ji malbata Onal ra sipas kir.

- "Însan însan e"

Suleyman Onalê ku 4 çar sal bû li benda kezebê bû got di tiştên însanî da ziman û baweriyên cuda nabin asteng, însan însan e.

Îzzet Onalê zarokê rêza 6an ê malbatê yê ku 9 sal e li mala xwe bavê xwe xwedî dike jî got piştî emeliyatê psîkolojiya bavê wî xweş bû, neqla çeprast ji bo herdu malbatan jî kêrhatî bû û herdu malbat jî şa bûn.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE