"Di nexşerêya rîska Kovîd-19ê da tekane bajarê rengê wê "sor" e Şanlıurfa ye

Koca li ser hesabê xwe yê Twîtterê got li Trabzon û Bursayê rêjeya aşîkirinê ji sedî 75î derbas bûye û ew êdî di nav bajarên di kategoriya "şîn" da cih digirin.

"Di nexşerêya rîska Kovîd-19ê da tekane bajarê rengê wê "sor" e Şanlıurfa ye

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daxuyand di nexşerêya rîska Kovîd-19 nîşan dide da tekane bajarê ku rîska şewbê lê "pir zêde ye" û di kategoriya "sor" da cih digire Şanliurfa ye.

Koca li ser hesabê xwe yê Twîtterê got li Trabzon û Bursayê rêjeya aşîkirinê ji sedî 75î derbas bûye û ew êdî di nav bajarên di kategoriya "şîn" da cih digirin.

Der barê Mêrdînê da jî Koca got ew ji kategoriya "sor" ya ku tê meneya rîska şewbê lê "pir zêde ye" daketiye kategoriya "tûtik", Adiyeman jî  ji kategoriya "tûtik" ya ku tê meneya rîska şewbê lê "zêde ye" daketiye kategoriya "zer" ya ku tê meneya "rîsk normal e".

Koca daxuyand di nexşerêyê da tekane bajarê ku rîska şewbê lê "pir zêde ye" û di kategoriya "sor" da cih digire Şanliurfa ye û wiha dewam kir: "Bi rêjeya doza aşiyê ya yekem va ewê jî me hemûyan kêfxweş bike."

Li gor nexşerêya rîska Kovîd-19ê li Şanliurfayê rêjeya aşîkirinê ji sedî 53,1 e.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE