Di raporên tenduristiyê da verastkirina nû

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca: "Ji bo ku ji xeynî ya ku di rêziknameyê da heye, rapora tenduristiyê neyê xwestin, verastkirinên pêwîst dest pê kirine. Hejmara raporan dê bê kêmkirin û rapor dê li ser strandardekê bê rûniştandin"

Di raporên tenduristiyê da verastkirina nû

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca wiha got, "Ji bo ku ji xeynî rêziknameyê rapora tenduristiyê neyê amadekirin, verastkirinên pêwîst dest pê kirine. Hejmara raporan dê bê kêmkirin û rapor dê li ser strandardekê bê rûniştandin." 

Koca di daxuyaniya xwe ya nivîskî da destnîşan kir ku ji welatiyan hin agahî gihiştin ber destê wî ku hin sazî, ligel ku di rêziknameyê da pênaseyeke wisa tune, raporên wekî ajokarî, eskerî, tenduristî, lîsansa werzişê dixwazin.

Koca diyar kir ku di encama xebata qadê ya wezaretê da derket holê ku ji dervayî rapora tenduristiyê ya li gorî rêziknameyê, qedera 200 cure rapor tên xwestin û wiha dewam kir:

"Ji bo ku ji xeynî ya ku di rêziknameyê da heye, rapora tenduristiyê neyê xwestin, verastkirinên pêwîst dest pê kirine. Hejmara raporan dê bê kêmkirin û rapor dê li ser strandardekê bê rûniştandin. Di encama vê pêvajoyê da heger pêwîst bike, nusxeyên raporan dê ji ser e-Nabizê ra werin peydakirin. Wekî Wezareta Tenduristiyê em xebatan dimeşînin da ku em pêvajoyên burokratîk ên nepêwîst ên bi vî rengî ji holê rakin û herwiha hem barê welatiyên xwe û hem jî barê hekîmên malbatan sivik bikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2019, 09:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE