Di tedawiya nexweşiyên dil de teknîkeke nû

Nexweşiya dil bi vê teknîka nû bê emeliyet tê tedawîkirin

Di tedawiya nexweşiyên dil de teknîkeke nû

Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Malatyayê ji bo tedawiya nexweşiya dil teknîka nexşekêşana dil, hat sepandin. Bi vê teknîkê nexweş bê emeliyat tên tedawîkirin. Nexweşekî atriyal fîbrasyon yanê (xerabûna ritma dil) cara ewil bi vî awayî hat tedawîkirin.

Nexweşiya Atriyal Fibrasyon…Bi gotineke din xerabûna ritma avêtina dilê mirovan. Heta niha nexweşiya Atriyal Fibrasyon bi emeliyatê dihat dermankirin. Lê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Malatyayê cara wil rêbaza nexşekêşiya dil hat sepandin.

Di vê teknîkê de nexweş bêyî emeliyatê tên tedawîkirin. Li nexweşxaneyê cara ewil nexweşê bi navê Şükrü Sağlam bi vî awayî hat tedawîkirin.

Serbijîşkê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Malatyayê Prof. Dr. Erdal Aktürk li ser vê teknîkê got,”Li nexweşxaneya me cara ewil nexweşekî Atriyal Fibrasyon bi vê tekîkê hat tedawîkirin.”

Prof. Dr. Erdal Aktürk got, ‘’Navê vê nexweşiyê Atriyal Fibrasyon e û ev nexweşî di nav gel de wekî nexweşiya xerabûna avêtina dil tê zanîn. Me li nexweşxaneya xwe cara ewil bi vê teknîkê nexweşekî Atriyal Fibrasyon tedawî kir. Niha rewşa nexweşê me baş e. Ez ji hevalên xwe yên bijîşk re spas dikim. ”

Piştî sepandina vê teknîka nû kesên ku bi wan re ev nexweşî heye berê xwe didin Nexwexaneya Perwerde û Lêkolînê ya Malatyayê.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE