"Di tedqîqan da nexweşên ku pozîtîf derketin tunene"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca der heqê Tirkên ku ji Îranê hatin da wiha got, "Heta niha di nimûneyên ku xebat li ser hat kirin da tu nexweşê me yê ku pozîtîf derket çênebû."

Wezîr Koca, Nexweşxaneya Dr. Zekai Tahir Burak ku rêwî û muretebatê ji Îranê hatin lê di karantînayê da ne, ziyaret kir û ji peywirdaran zanyarî wergirt.

Koca dema ji nexweşxaneyê derket, daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ji ber ku di nava rêwiyên ji Îranê hatin da yên ku ji bajarê Qûmê hatin hene û 4 rêwiyan jî serma xwariye, li ser pêşniyaza Lijneya Zanistê, biryara karantînayê hat wergirtin.

Fahrettin Koca diyar kir ku rêwiyên navborî li ser vê biryarê li Nexweşxaneya Dr. Zekaî Tahir Burak û Çavdêrxaneya Bîlkentê hildan karantînayê û her wiha wî ji bo teseliyê, nexweşxane ziyaret kir ka çi hatiye kirin û tu kêmasî hene yan na.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE