Di têkoşîna dijî Kovîd-19ê da li Stenbolê ji 5 milyon dozî zêdetir aşî hat kirin

Di têkoşîna dijî Kovîd-19ê da li Stenbolê ji 5 milyon dozî zêdetir aşî hat kirin

 Doza ewil û ya duduyan ên aşiya Kovîd-19ê yên di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusê da bi destê Wezareta Tenduristiyê li Stenbolê hatin kirin ji saet 11.13ê îro pê va ji 5 milyonî derbas bû.

Li tevahiya Tirkiyeyê xebatên aşîkirinê yên ji bo têkoşîna dijî Kovîd-19ê dewam dikin.

Li gor daneyên li ser "Platforma Agahiyên Aşiya Kovîd-19ê", ji saet 11,13ê îro pê va li welêt 30 milyon û 284 hezar û 601 doz aşî hat kirin. 17 milyon û 325 hezar û 530 kes doza ewil, 12 milyon û 959 hezar û 71 kes jî doza duduyan li xwe xistin.

Li Stenbolê ji saet 11.13an pê va 2 milyon û 931 hezar û 613 kes doza ewil, 2 milyon û 68 hezar û 395 kes jî doza duduyan bi tevahî 5 milyon û 8 kes aşî bûn.

Li Enqereyê milyonek û 440 hezar û 802 kes doza ewil, milyonek û 99 hezar û 255 kes doza duduyan bi tevahî 2 milyon û 540 hezar û 57 kes aşî bûn.

Li Îzmirê milyonek û 173 hezar û 809 kes doza ewil, 897 hezar û 196 kes doza duduyan bi tevahî 2 milyon û 71 hezar û 5 kes aşî bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE