Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca got: "Di demeke nêz da wê rûpêç ji pêş çavên me winda bibin. Di xebatên aşiyê da pêşketin gelek e. Em li benda encamê bisekinin."
Wezîr Koca ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyeke ku li serê ji helbesta Ulku Tamer rêza "Ya ez dikşînim nav cegera xwe hewa nîne, asîman e" nivîsandî bû parve kir.
Wezîr Koca di peyama xwe ya weşand da got: "Me bêriya wan rojên ku em ê bi rihetî behnê bidin û bistînin kiriye. Di demeke nêz da wê rûpêç ji pêş çavên me rabin. Di xebatên aşiyê da pêşketin gelek e. Em li benda encamê bisekinin."
Di berdewamiya peyama xwe da Wezîr Koca ji herkesî xwest ku heta çareseriyek tê dîtin bila herkes li gorî rê û rêzikan rûpêçê bi kar bîne.