Di YKSyê da rûniştina ewil a Testa Têrdariya Sereke kuta bû

Di YKSyê da rûniştina ewil a Testa Têrdariya Sereke kuta bû

Testa Têrdariya Sereke (TYT) ku di Ezmûna Saziyên Hîndekariya Bilind (YKS) da rûniştina ewil e, kuta bû.

Navenda Pîvan, Neqandin û Bicihkirinê (OSYM) ezmûna YKSyê li 81 bajar û Lefkoşayê dike. Îsal 3 milyon û 234 hezar û 409 kesan serlêdan kir.

Di çarçoveya YKSya 2022yê da TYTyê di saet 10.15an da dest pê kir. Li gor salên borî dema ezmûnê îsal 30 deqîqe hat zêdekirin.

Namzedên ku ketin ezmûna TYTyê wê 40 pirsên Testa Tirkî, 20 pirsên Testa Zanistên Civakî, 40 pirsên Testa Matematîkê, 20 pirsên Testa Zanistên Fenê, bi tevahî 120 pirs ji wan hatin pirsîn û ji bo bersivandina van pirsan 165 deqîqe dem dan wan.

Ezmûn li 81 bajaran û Lefkoşayê tê kirin. TYT li 10 hezar û 537 avahiyan, 180 hezar û 601 salonan hat kirin. Di rûniştina TYTyê da 521 hezar û 191 kesan wezîfe kir. 12 hezar û 545 namzedên astengdar ketin ezmûnê.

Di YKSyê da rûniştina duyem sibê ye. Rûniştina Testên Têrdariya Beşê (AYT) wê sibê di saet 10.15an da dest pê bike û 180 deqîqe dewam bike.

2 milyon û 56 hezar û 512 kes wê têkevin AYTyê. Ezmûn wê di 111 hezar û 531 salonên 6 hezar û 17 avahiyan da were kirin û 317 hezar û 765 kes wezîfeyê bike. 7 hezar û 803 astengdar wê têkevin AYTyê.

Rûniştina dawîn û sêyem jî Testa Zimanê Biyanî (YTD) ye û wê sibê piştî nîvro di saet 15.45ê da dest pê bike. Seba vê rûniştinê jî 120 deqîqe tê dayîn. Di zimanên Almanî, Erebî, Frensî, Îngilizî û Rûsî da ezmûn wê were kirin û di ezmûnê da 80 pirs wê werin pirskirin.

Îsal 168 hezar û 430 kes wê têkevin YDTyê. Ji wan 688 namzed astengdar in. Ezmûn wê di 7 hezar û 818 salonên 882 avahiyan da were kirin û 30 hezar û 418 kes wê tê da wezîfeyê bikin.

Encamên ezmûnê wê di 20ê tîrmehê da eşkere bibin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE