Diçin malan û nexweşan tedawî dikin

Dr. Erdem Baran û ekîba wî diçin tedawiya nexweşên nav nivînan

Diçin malan û nexweşan tedawî dikin

Ekîbeke ji Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniya Rihayê, diçe malên nexweşan û wan derman dike. Nexweşên di nav nivînan de ji vê xizmetê gelek razî ne.

Nexweşxaneyê dibin mala wan…

ji Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniya Rihayê, Dr. Erdem Baran û ekîba wî diçin malên nexweşan.

Ekîb, ji serê meha Kanûnê û vir ve, kesên extiyar an jî nexweş li malên wan tedawî dike.

Dr. Erdem Baran got, “Em ji bo dermankirina nexweşan, tên malan. Tevî hevalên xwe, em kontrola nexweşan dikin. Ger ew baş bin, em jî baş dibin.

Nexweş û malbatên wan jî ji vê xizmetê gelek memnûn in.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE