Digel berf û sermayê xebatên aşîkirinê didomînin

Ekîbên tenduristiyê li Wanê digel berf û sermayê xebatên aşîkirinê didomînin

Digel berf û sermayê xebatên aşîkirinê didomînin

Ekîbên tenduristiyê yên li Wanê di çarçoveya têkoşîna li hemberî şewba Kovîd-19ê da digel sir û seqemê xebatên aşîkirinê didomînin.

Ji roja nexweşî belav bûye heya niha xebatkarên tenduristiyê bi armanca welatî zû bi ser xwe da bên dixebitin û hewl didin rêjeya aşîbûnê zêdetir bikin.

Bajarê Wanê di doza duyemîn a aşîkirinê da di kategoriya "şîn" da cî digire û xebatên aşîkirinê jî digel sir, seqem û berfê li bajêr dewam dikin.

Ekîbên tenduristiyê mal bi mal digerin û aşiya kesên hê jî li xwe nexistine dikin.

Li navçeya Ozalpê ya ser sînorê Îranê cî digire xebatkarên tenduristiyê Dr. Omer Dede, Diyetisyen Muhammed Sadik Ocak, ji hemşîreyan jî Elîf Arpaci, Ezgî Çekînel û Cansu Kazici diçin gundên ser sînor û welatiyan aşî dikin.

Xebatkarên tenduristiyê digel zor û zehmetiyan li ser karê xwe ne û welatiyên ev xizmet heya ber piyê wan çûye jî ji halê xwe razî ne û dibêjin di van rojên sar û berf da ji kesên vê xebatê dikin ra gelek spas kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE