Dixtorê ku ji koronayê filitî şîret kirin

Dixtorê Zarokan Oktay Demîralp, “Kesên sporê dikin û hay ji xwarin û vexwarina xwe dibin dê ji koronayê zû bifiltin.”

Dixtorê ku ji koronayê filitî şîret kirin

Dixtorê Zarokan Oktay Demîralp di van nêzîkan de koronavîrûs derbas kir. Diktorê xwedîtecrûbê dibêje min bi saya xwarinên bisihhet û sporê nexweşî sivik derbas kir.

Dixtor Oktay Demîralp ev 35 sal in li Ağrıyê diktoriya zarokan dike.

Beriya qederekî ew jî bi koronavîrûsê ket û 21 rojan tedawî dît.

Nexweşiya wî giran bû lê di demekê kin de ji şewbê xilas bû û hat ser hemdê xwe.

Dr. Demîralp got, “Hefta ewil rewşa min giran bû. Ez ji hal ketim, dilê min nediçû xwarinê jî, ez di tayê de bûm û dikuxiyam. Lê min dermanên xwe vexwarin û heta baş bûm ez razam.”

Dixtorê xwedîtecrûbê bi saya xwarinên xwezayî û spora ku bi salan e dike nexweşî siviktir derbas kiriye.

Dr. Demîralp got, ”Ez dibêm bi saya spora ku ez dikim, min koronavîrûs siviktir derbas kir. Ji xwe ez her tim dimeşim, li çol û çiyayan digerim. Heta ji destê min tê ez xwarinên xwezayî û yên malê dixwim. Tiştê herî girîng jî cixarê nakşînim. “

Li gorî Demîralp kesên sporê dikin ji nexweşiya koronavîrûsê zûtir difilitin.

Dr. Demîralp wiha dewam kir: “Divê her kes sporê bike. Ağrı ji bo çiyageriyê cihekî gelek baş e. Werin virê, an jî li cihên nêzî we hilkişin çiyayan… Bi çalakiyên wisa em hefteyekê rihet dikin. Ji bo ku bêhna me vedibe, em baştir li nexweşên xwe dinêrin û tedawiya wan baştir dikin.

Dixtor Demîralp dibêje werzîş ji bo derûniyê jî gelek baş e. Ji bo vê yekê salê herî kêm carekê hildikişe serê çiyayê Gilîdaxê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE