Doktorê ji vîrusa koronayê filitî bû bexişkerê ewil yê plazmayê

Dr. Kurşat Demirê ji vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) filitî bû bexişkerê ewil yê plazmayê ku di serkêşiya Heyva Sor ya Tirkiyeyê û kordînasyona Wezareta Tenduristiyê dijî Kovîd-19ê dermankirina "îmmun plazma"yê dane destpêkirin.

Bi beşdariya Serokê Giştî yê Heyva Sor ya Tirkiyeyê Kerem Kinik li Navenda Xwînê ya Herêma Anadoluya Navîn ya Heyva Sor ya Tirkiyeyê di weşana zindî da ji Demirê dildar plazma hat hildan.

Kinik di daxuyaniya xwe da ragihand ku ji bona dermankirina "îmmun plazma"yê kapasîteya wan heye ku rojê ji 750 bexişkeran plazmayê hildin.

Serokê Giştî yê Heyva Sor ya Tirkiyeyê Kinik destnîşan kir ku bexişker di hefteyê da carekê bi tevahî 3 caran dikarin plazma bibexşînin û ji bo 6 nexweşên bi vîrusa koronayê ketine bibin hêvî.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE