Doxtor û hemşîreyan perwerdeya alîkariya acil dan koçerên li Zozanên Feraşînê

Doxtor û hemşîreyan perwerdeya alîkariya acil dan koçerên li Zozanên Feraşînê

Doxtor û hemşîre çûn Zozanê Feraşînê ya li Beytuşebaba navçeya Şirnexê, perwerdeya rewşa acil û xizmeta tenduristiyê dan koçeran.

Koçer qasî 6 mehan li Zozanê Feraşînê ya ku di dikeve navbera Şirnex, Hekarî û Wanê dimînin.

Midûriya Tenduristiya Bajêr telîmat da doxtor û hemşîreyên li Navenda Tenduristiya Civakê dixebitin ku ew herin zozanê û xizmeta tenduristiyê bidin koçeran.

Ekîbeke ji 3 kesan pêk tê bi kîlomêtroyan rê çû û xwe gihand zozanê.

Doxtor Engîn Îldenîz ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku wan perwerdeya rewşa acil daye koçeran, derman dane hin nexweşan û wiha axivî: "Dema tiştek bifire gewriya zarokan divê ew çi bikin û çawa tevbigerin me der barê vê da agahî da wan. Me li ser mankenê nîşan da ku divê ew çi bikin."

Îldenîz got di rewşên acil da ambulans û firoke digîhêje, lê heta ku ew bên saniyeyek jî girîng e û wiha dewam kir: "Ji ber vê me hewl da em midaxaleya acil hînî wan bikin. Heta ambulans bê divê ew çi bikin me ji wan ra got. Heke bi saya vê perwerdeyê jiyana însanekê jî xelas bibe, wê gelekî baş be."

Îldenîz anî ziman wan 2 kesên bi nexweşiya brusellayê ya ji ber şîr, penêr,mast û rûnê nivîşkî peyda dibe ketine jî şandiye navenda tenduristiyê.

- Ji ber xizmeta tenduristiyê kêfxweş in

Ji koçeran Mazlum Arslan jî got ew ji ber xizmeta tenduristiyê ya heta li ber lingê wan hatiye kêfxweş in û wiha axivî: "Feydeya perwerdeyê çêbû. Dema tiştek bifire gewriya zarokên me an jî qeyrana dil çêbibe divê em çi bikin hînî me kirin. Em bûn xwedî agahî."

Serkan Alturk jî got ew 40 kîlomêtro dûrî navçeyê ne, cara ewil e perwerdeyeke wiha dibînin û wiha axivî: "Dibe ku saya vê perwerdeyê ez paşê jiyana kesekî xelas bikim. Li vir derfetên me kêm in, heta ambulans bê em dikarin jiyana kesekî xelas bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE