"Du xebatkarên tenduristiyê yên ku aşî nebûbûn ji ber Kovîd-19ê wefat kirin"

Wezîr Koca diyar kir, du xebatkarên tenduristiyê yên ku aşî nebûbûn ji ber Kovîd-19ê wefat kirin

"Du xebatkarên tenduristiyê yên ku aşî nebûbûn ji ber Kovîd-19ê wefat kirin"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca diyar kir, Operator Dr. Îlhamî Atilgan û patolog Dr. Murat Tad ji ber Kovîd-19ê wefat kirin û wiha dewam kir, "Em ji qeyd û bendan hîn bûn ku mixabin her du hekîmên bi qedr û qîmet aşî nebûne."

Wezîr Koca li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got, "Du hevalên me bi Kovîd-19ê çûn. Operator Dr. Îlhamî Atilgan 55, patolog Dr. Murat Tad 49 salî bûn. Em ji qeyd û bendan hîn bûn ku mixabin her du hekîmên bi qedr û qîmet aşî nebûne. Xwedê rehma xwe li hevkarên me bike, ser malbata wan sax be. Bila êdî êş û kederên wiha çênebin."

Hat gotin ku Operator Dr. Îlhamî Atilgan li Enqereyê di mianexaneyeke taybet da wekî pisporê welidandina jinan xizmet dikir, patolog Dr. Murat Tad jî li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Kirşehirê endamê hîndekariyê bû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE