Ekîbên fîlyasyonê gund bi gund peyê şopa Kovîd-19ê dikevin

Li Diyarbekirê 590 ekîbên fîlyasyonê ku ji 1600 xebatkarên tenduristiyê pêk tên, di têkoşîna Kovîd-19ê da li sefên pêşîn cih digirin.

Ekîbên fîlyasyonê gund bi gund peyê şopa Kovîd-19ê dikevin

Li Diyarbekirê 590 ekîbên fîlyasyonê di têkoşîna vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da li sefên pêşîn cih digirin û digel navendên bajêran, li gundan jî digerin û dijî nexweşiyê xebateke bê navber didomînin.

Li Diyarbekirê ekîbên ku ji 400 doxtor û 1200 personelên tenduristiyê pêk tên, di çarçoveya têkoşîna Kovîd-19ê da pêketî û kesên temasî pêketiyan kirine, tesbît dikin da ku wan îzole bikin û ji wan ra derman bibin. Ekîb bi vî hawî wezîfeyeke dijwar dikin.

Ekîb li herêmên ku lê wezîfeyê dikin, pêşiyê tên navenda kordînasyonê û ji bo ku rîska jihevhildana nexweşiyê kêm bikin, malên ku pêketî tê da hene, ziyaret dikin.

Ekîb gund gund digerin û xwe ber hev diguhêzin û ji saet 08.00î heta 24.00î wezîfeya xwe dikin.

- Beriya ku têkevin gundan cil û bergên parastinê li xwe dikin

Ozlem Îpek li Sûra navçeya navend 7 meh in di ekîba fîlyasyonê ya Midûriya Navçeya Tenduristiyê da wezîfedar e. Îpekê ji nûçegihanê AAyê ra got ku personel li taxên ku 60-70 kîlomêtre dûrî navenda navçeyê ne, nexweşan ziyaret dikin û alîkariya wan dikin.

Îpekê diyar kir, pêketiyên ku di pergalê da tên qeydkirin, ekîba li ser maseyê li wan digere, navnîşana wan kifş dike û paşê jî ew bi wan ra dikevin têkiliyê. Îpekê diyar kir, ew kesên ku têkiliya wan bi pêketiyê vîrusê ra çêbûne jî tesbît dikin û wisa bi rê dikevin.

Îpekê daxuyand, beriya ku ew têkevin gundan, tulumên xwe li xwe dikin, maskeya xwe didin ber dev û pozê xwe, lepikên xwe dixin destê xwe û parêzkarê xwe didin ber rûyê xwe û bi vî hawî ew xwe ji nexweşiyê diparêzin.

- "Em hewil didin kesê ku vîrusê belav dike bibînin"

Îpekê diyar kir ku ew û yên di ekîbê da mîna malbatekê ne û ji bo ku nexweşî nekişe malbata wan jî ew zehf bi baldar tevdigerin.

Îpekê bal kişand ku ew carinan tenê ji bo mirovekî diçin ciyên zehf dûr û wiha dewam kir, "Qet girîng nîne. Ji bo me ya girîng, tenduristiya gelê me ye. Em yek bi yek yên ku temasa wan çêbûne, pir dikin. Em hîn dibin ka li ku dixebitin. Em hewil didin kesê ku vîrusê belav dike bibînin."

- "Bira ji me netirsin"

Teknîkera anesteziyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlwanê Delal Îzolê jî diyar kir ku 5 meh e ew li Navenda Tenduristiya Navçeya Sûrê di ekîba fîlyasyonê da ye û wiha axivî, "Serê ewil gava ez hatim peywirdarkirin, ez hinekî tirsiyam, lê qederek şûnda ez hîn bûm û tirsa min şikest."

Îzol destnîşan kir ku ekîbên fîlyasyonê him xwe digihijînin pêketî û him jî kesên bi pêketiyan ra temas kirine ra û bi saya xebatên li qadê tên kirin va jî rê li belavbûna şewbê tê girtin û kesên di nav koma rîskê da ne jî bi saya teşhîsên zû va tên xilaskirin.

Di axaftina xwe da Îzol qala Pergala Şopandina Îzolasyon û Fîlyasyonê (FÎTAS) kir û got ku ew ji ser pergalê dibînin da ku çend nexweş hene û wiha domand: "Em tên saziyê û bi ekîba xwe ra di civînê da pêketiyan dinirxînin. Di wê navberê da jî amûr tên amadekirin û em jî derdikevin rê."

Îzol got ku ew li gundewaran hin caran bi zehmetî xwe digihijînin pêketiyan û wiha domand: "Em carna rêya nabînin. Carna naxwazin ji me ra terîf bikin. Dibêjin 'navê me eşkere nekin lewra wê me nexwazin, heke hîn bibin em pozîtîif in wê navê me li ser zar û zimanan bikeve. Zarokên me wê nikaribin biçin dibistanê. Em baş bibin jî wê bi wî hawî miamele li me bên kirin.' Hin kes ji bo ku nexweşên wan neçin nexweşxaneyê wan li malê vedişêrin. Em carna rastî tiştên ecêp ên meriv xemgîn dikin jî tên. Em çûn mala pêketiyekî 45 salî û li nav çavê min nihêrt û got ku wî 10 roj berê ji ber heman nexweşiyê xanima wî wefat kir. Ez li wê derê giriyam."

Di dawiya xeberdanê da jî Îzol got ku hin pêketî ji ekîbên fîlyasyonê ditirsin û wiha pê da çû: "Bila pêketî ji me netirsin û dûr nesekinin. Dema em li wan digerin bila bersiva bidin têlefona me. Em dixwazin bila agahiyên rasteqîn bi me ra parve bikin. Em ji bo siheta pêketiyan û rîska belavbûna şewbê kêm bibe hewl didin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE