Ekîbên tenduristiyê li Bidlîsê gundan digerin û welatiyan aşî dikin

Ekîbên tenduristiyê li Bidlîsê gundan digerin û welatiyan aşî dikin

 Li Hîzana navçeya Bidlîsê ekîba aşiyê ya ji bo şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hatiye avakirin gund bi gund digere û welatiyan aşî dike.

Seferberiya aşiyê ya ku li çar aliyê welêt dest pê kiriye dewam dike.

Di vê çaroveyê da ekîb ji bo aşîkirina welatiyên ku derfeta wan tune bên li nexweşxaneyên dewletê û navendên tenduristiyê aşî bibin digerin û xwe digîhinin wan.

Heta niha li bajêr 86 hezar kes hatin aşîkirin û der barê şewbê da ew hatin agahdarkirin.

- "Em diçin gund û mezrayan welatiyan aşî dikin"

Dr. Sakîne Bîrera di ekîbê da wezîfedar e ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew gundan digerin welatiyên ku temenê wan ji 18yan mezintirin aşî dikin û wiha dewam kir: "Li navenda navçeyê konê me xizmetê dide. Wek ekîba ku digere jî em diçin gund û mezrayan welatiyên me yên temenê wan ji 18yan mezintirin aşî dikin.

- "Gundî ji vê yekê kêfxweş in"

Cengiz Înanê mixtarê gundê Kolludereyê jî daxuyand li gundê wan 80 mal hene ku di wan da 400 kes dijîn, dewlet xizmetê digîhîne gundê wan.

Înan wiha axivî: "Wek welatiyek divê meriv randevu hildin û herin aşiya xwe bikin. Lê ekîbên me ji 35 kîlomêtro dûr tên li ber lingê me û aşiya Kovîd-19ê dikin. Nîmeteke gelek baş e. Gundî ji vê yekê kêfxweş in. Xwedê zewalê nede xebatkarên me yên tenduristiyê, dewlet û hikûmeta me."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE