Ekîbên tenduristiyê li Bidlîsê ji bo aşîkirina koçeran zozanan digerin

Ekîbên tenduristiyê li Bidlîsê ji bo aşîkirina koçeran zozanan digerin

Ekîba aşiyê ya ji bo şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di bin banê Midûriyeta Tenduristiya Bajêr a Bidlîsê da hatiye avakirin derket zozanan û koçeran aşî kir.

Seferberiya aşiyê ya ku li çar aliyê welêt dest pê kiriye dewam dike.

Di vê çaroveyê da ekîb ji bo aşîkirina welatiyên ku derfeta wan tune kaşî bibin digerin û xwe digîhinin wan.

Ekîba aşiyê çû Zozana Duavê ya 30 kîlomêtro dûrî navçeya Guroymakê û koçeran aşî kir.

Dr. Ramazan Akelmayê rêvebirê ekîbê ji rojnamevanan ra daxuyand ew ji bo welatiyan aşî bikin gund û zozan digerin û wiha axivî: "Ji bo şewb xelas bibe aşî çeka me ya herî girîng e. Ji bo ku em vegerin rojên xwe yên bêmaske divê her kes aşî be. Ji bo kesên ku dixwazin aşî bibin, çi ji destê me tê em dikin. Em nabêjin çiya û banî ji bo xizmeteke baş bikin digerin. Ji me dipirsin 'Em aşiya Almanyayê an ya Çînê hilbijêrin' em jî agahî didin wan û dibêjin herdu jî ji hêla Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê va hatine qebûlkirin."

Ji koçeran Ahmet Keşlî jî spasiya ekîbê kir û wiha got: "Xwedê ji dewleta me razî be. Em ê tu carê vê qenciya wan ji bîr nekin. Heta zozanê hatin û aşiya me kirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE