"Em 110 nexweşên li navçeyê tedawî dikin"

Her roj bi kîlomêtroyan rê dimeşin ku nexweşên li gundan tedawî bikin

"Em 110 nexweşên li navçeyê tedawî dikin"

Li Bidlîsê ekîbên tenduristiyê her roj gund bi gund digerin, nexweşên kal û pîr, yên li erdê û astengdar tedawî dikin.

Kal û pîr, yên li erdê, astengdar, yên nexweşiyên wan ên kronîk hene û yên emeliyat bûne û nikarin ji malê derkevin ji hêla ekîban va tên tedawîkirin.

Li navçeya Mutkiyê jî ekîb xizmetê didin nexweşan, nabêjin havîn û zivistan bi kîlomêtroyan rê dimeşin û xwe digîhînin nexweşan.

Doxtor Bahri Kaymakê di Şaxa Tenduristiyê ya li Malê da wezîfedar e çû mezraya Serînceyê ya li ser gundê Bozburuna Mutkiyê û nexweşan tedawî kir.

Ekîban ji çileya paşîn û vir va çûn ziyareta 962 malan û teseliya nexweşan kirin.

 "Em 110 nexweşên li navçeyê tedawî dikin"

Kaymak ji nûçegihanê AAyê ra got ew wek 2 hekîm, 2 hemşîre, sekreter û şofêr xizmetê didin 110 nexweşên li navçeyê û wiha axivî: "Heke nexweş an jî eqrebayên wan li me bigerin em navê wan di pergalê da qeyd dikin. Dema ji gund yek telefon bike em nexweşên li heman gundî jî ziyaret dikin. Em diçin nexweşên li gundên din ên li ser rêya me ne jî. Hin nexweşên me yên ew li me negerîn jî em wan dişopînin hene. Hin nexweşên sonda û pansumana wan divê bê kirin û hinekên hecedariya wan bi dermanan heye jî hene. Em reçeteyên wan dinîvîsin, divê ew herin kîjan doxtorê em ji wan ra dibêjin."

Doxtor Kaymak got ji ber ku rê nebaş in her kes nikare bê nexweşxaneyê, dema zivistanê jî rê tên girtin û ziyareta wan nexweşan kêfxweş dike.

Hemşire Ufuk Tuzena 2 sal e li navçeyê wezîfedar e jî got ew hewl didin wezîfeya xwe baş bi cih bînin û wiha axivî: "Em nabêjin berf û zivistan diçin û tên. Carna em gelekî zehmetiyê dikşînin, rê nebaş in. Cihên ku wesayît naçin jî em bi meşê xwe digîhinin. Em zehmetiyê dikşînin, lê dîsa jî karê xwe dikin."

"Em kingê telefon bikin"

Îbrahim Ebemê li mezrayê dijî got ew ji bo dê û bavê xwe yên nexweş telefonê ekîbê dike û ji ber ku ew her tim tên jî spasiya wan kir.

Ebem wiha axivî: "Ekîb her rim tê. Em ji wan razî ne, Xwedê jî ji wan razî be. Wezîfeya xwe pir baş dikin, ez wan pîroz dikim. Ev xizmeteke gelekî baş e. Em kingê telefon bikin nabêjin berf û bager tên û me tenê nahêlin. Xwedê ji dewleta me û ekîba tenduristiyê razî be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE