Prof. Dr. Halîs Aygunê Serokê Navenda Bijartin, Pîvandin û Bicîkirinê (OSYM) daxuyand encamên bicihkirina xebatkarên bipeyman ên Wezareta Tenduristiyê li ser malpera OSYMyê hat eşkerekirin.
Aygun li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê mijarê da daxuyanî da.
Aygun got tercîh di 1 û 7ê çileya pêşîn da hatin qebûlkirin û encamên "KPSS 2020/14 bicihkirina xebatkarên bipeyman ên Wezareta Tenduristiyê" li ser malpera "//sonuc.osym.gov.tr"yê hat eşkerekirin.
Aygun anî ziman encam ji bo qada tenduristiyê li ser xêrê be.
OSYMyê jê 7 hezar hemşîre 12 hezar xebatkarên tenduristiyê bi cih kir.
AA