Endamên Lijneya Zanistê bi zanyarên Çînî ra axivîn

Di daxuyaniya Wezaretê da hat diyarkirin ku civînê 3 saetan li ber we da, di navbera herdu welatan da ceribandin û agahiyên vîrusa koronayê ya tîpa teze (Kovîd-19) hatin parvekirin.

Endamên Lijneya Zanistê bi zanyarên Çînî ra axivîn

Endamên Lijneya Zanistê ya Vîrusa Koronayê ya Wezareta Tenduristiyê ligel zanyarên zanistê û rayedarên Çînî bi vîdeokonferansê civîn kirin.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat diyarkirin ku civînê 3 saetan li ber we da, di navbera herdu welatan da ceribandin û agahiyên vîrusa koronayê ya tîpa teze (Kovîd-19) hatin parvekirin.

Bi pêşkêşiyên zanyarên zanistê û rayedarên Çînê va dest bi civînê kirin. Piştî pêşkêşiyê pirs ji Çînê hatin kirin. Bi rêya pirs û bersivê agahî hatin parvekirin.

Di civînê da pêvajoya nexweşiyê, taybetiyên wê, tesîrên li ser emrê merivan, semptomên taybet, rêya pêderxistinê, protokolên dermankirinê, xebatên aşiyê, rewşa kesên rind bûn û mijarên din hatin nirxandin.AA

Dîroka nûkirinê: 27 Adar 2020, 21:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE