Feydeyên birêveçûnê

Acu: Bêhereketî dibe sedema nexweşiyên wek kalp, şekir û damaran 

Feydeyên birêveçûnê

Bi teknolojîyê re mirov êdî ji cihê xwe zêde ranabe û hereket nake. Em ji bo rihetiya xwe bi wesaîtan diçin her derê û nameşin. niha jî her kes li scootiran siwar dibe û diçe cihê hewce. bi kurtasî êdî em zêde hereket nakin û nameşin. ev yek jî dibê sedema gelek nexweşiyan. dr. mehmet acu got; ji bo tenduristiyê divê mirov bimeşê. 

Scotter, asansor, motor, wesaît... 

Her çiqas teknoloji jiyana me hesantir bike û avantajên wê hebin jî me gelekî tiral dike. 

Piştî wesaîtan niha jî scotter ketin jiyana me, meş kêm bû û ev jî zirarê didê tênduristiya mirovan. dixtor divê mijarê de hişyar dikin. 

Dr. Mehmet Acû got ji bo ku em birêve naçin, nexweşiyên wek şekir, kalp û damaran zêde dibin. 

Herwiha doktor acû dûpat kir ku bi zêdebûna çûnûhatina scotteran nexweşiya obezîteyê jî zêde bûye. 

Dr. Mehmet Acu anî ziman dibêje ji bo mirov xwe ji gelek nexweşiyan biparêzê divê mirov hinek bimeşe.  

Herwiha Acû got ji xeynî Scotteran asansor jî gelekî zirarê didin jiyana mirov û heta imkan hebê divê mirov derenceyan bi kar bîne. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE