Li hemberê şewba koronayê xwarinên xweş jî tevdîrekiye. Gelê herêmê ji bo laşekî xurt serûpê dixwe. Elaqa li ser xwarina serûpê zêde bû, lê pispor hişyar dikin û dibêjin: kesên kolestêrola wan hebe divê xwarinên birûn nexwin.
Li dijî şewbê ji xeynî maske, paqijî û parastina ji hev dûr, hinek tevdîrên dinê jî hene.
Ev tevdîr jî; xwarina xweş, xew û razan û hereketên fizîkî ne.
Gelê herêmê li hemberê nexweşiya dijwar, di pêvejoya koronayê de, şorbeya serûpê jî zêde dixwe.
Goşt û hestiyên ser û piyên heywanan, di quşxaneyan de li ser agir piştî 6 saetan tê pijandin.
Şorbeya serûpê ji bo tenduristiya mirovan derman be jî, pispor dibêjin xwarinên zêde û birûn nexwin.