Girîngiya kontrola çavan

Pispor welatiyan ji bo kontrola çavan hişyar dikin

Girîngiya kontrola çavan

Ji bo dinyaya mirov reş û tarî nebe divê li çavên xwe baş binêre. ji bo vê pisporên çavan balê dikişînin ser tenduristiya çavan û dibêjin; “divê hemû kesên 40 salî û mezintir ji 6 mehan carekê biçin kontrola çavên xwe bikin.”

Ji bo dinya û jiyana mirov reş û tarî nebe divê hay ji çavên xwe hebe.

Pisporên çavan ku her dem behsa girîngiya tenduristiya çavan dikin dibêjin: “Yên 40 û mezintir divê ji 6 mehan carekê biçin cem dixtoran û kontrola çavên xwe bikin.”

Pispor dibêjin: “Ji bo jiyana mirov serobino nebe divê însan di wextê de mudaxeleyî hin tiştan bike. Lewra ji ber derengmayînê dibe ku korî û kêmdîtin çêbe."

Ji aliyê din ve tenduristiya çavên zarokên ku nû welidîne jî gelek girîng e

Ji bo vê jî dema dibin 3 mehînî divê kontrola çavên wan were kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE