Hejmara pêketiyên Kovîd-19ê daket binê hezarî

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Hejmara pêketiyên Kovîd-19ê daket binê hezarî

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 118 hezar û 852 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 905 kes pozîtîf derketin 5 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 118 hezar û 852 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 905 kesan pozîtîf derket, 5 kes mirin. Hejmara kesên ku qenc bûn jî 1019 e.

Li Tirkiyeyê heta niha 147 milyon û 678 hezar û 580 doz aşî hatiye kirin.

10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî zêde ye; Osmaniye, Ordu, Amasya, Mugla, Kirklareli, Çanakkale, Eskîşehir, Balîkesîr, Manîsa û Zonguldak in.

10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî kêm e; Şanliurfa, Batman, Sêrt, Diyarbekir, Bingol, Mûş, Mêrdîn, Bidlîs, Agirî û Elazîz in.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di parvekirina xwe ya li ser hesabê Twitterê de wiha got, "Hejmara pêketiyan 905 e. Ew roja ku em ji mêj ve li hêviyê ne hat. Hejmara pêketiyan daket binê hezarî. Hejmara wefatên me jî 5 e. Piştî ku 3 rojan li ser hev hejmara pêketiyan di binê hezarî de bimîne, êdî mecbûriyeta bikaranîna maskeyê di wesayitên komî nemîne, wê bibe serbest. Bi hêviya ku em xebera hejmarên hê kêmtir bidin." AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE