Gelek kes kar û barên xwe her tim taloq dikin. divê ku di wextê de karên xwe bikin lê ew nakin. ev helwesta taloqkirinê tesîreke neyînî li jiyana mirov dike. kesên ku vê yekê dikin, wexta ku kar û barên xwe taloq nekin dibe ku serkeftî bin, lê bi vê helwestê ew xwe bawer nabin. pispor dibêjin ku wexta mirov biyara karê xwe da, divê di nav 2 deqeyan de dest bi kar bike.
Kesên ku motîvasyona wan kêm e...
Ku nikarin wextê xwe baş bi rê ve bibin...
Tiştên ku hîn bûne...
Ku bawerî bi serkeftinê neanîne...
Her tim kar û barên xwe taloq dikin.
Helwesta taloqkirina kar û bar, wekî pirsgirêka hestan tê binavkirin.
Li gorî pisporan taloqkirina kar ji ber fikrên neyînî çêdibe.
Têkiliyên di nav malbatê de jî di vê mijarê de giring in.
Di malbatekê de kesek kar û barê xwe taloq bike, yên din jî heman tiştî dikin
Amûrên teknolojîk jî dibin sedema tembeliyê û taloqkirina kar û bar.