Herimîna xewê ya kronîk rîska şêrpençeyê zêde dike

Herimîna xewê ya kronîk rîska şêrpençeyê zêde dike

Prof. Dr. Levent Ozturkê Serokê Beşa Makezanista Fîzyolojiyê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Trakyayê diyar kir ku herimîna xewê ya kronîk rîska şêrpençezêde dike.

Prof. Dr. Ozturk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku xewa bi pergal xîmekî jiyana tendurist e.

Ozturk destnîşan kir ku herimîna xewê sîstema bedenê jî xirab dike, di vê rewşê da beden di şerê dijî hucreyên şêrpençeyê da tengasiyê dikişîne.

Ozturk got ku gelek zirarên bêxewiyê hene û wiha pê da çû:

"dema kêm têkevin xewê û ev kronîk be ji şêrpenceyê ra bingehê ava dikin. Lewra bêxewbûn sîstema xweparastina bedenê xirab dike. Qismeke sîstema xweparastina bedenê li dijî hucreyên şêrpençeyê dixebite ku ji holê rake. Dema ev xirab bibe hucreya şêrpençeyê di bedenê da cî digre û dibe nexweşî."

Ozturk got bêxewiya nexweşên bi şêrpençeyê ketine tesîrê li ser pêvajoya dermankirinê dihêle.

Ozturk got ku di nexweşên şêrpençeyê da bêxewyî tê dîtin û wiha axivî:

"Di kesên şêrpençeyê ketine da tirsa mirinê tê dîtin û di hin kesan da depresyon derdikeve. Dibe ku piştgiriya derûnî were dayîn. Dema fikra mirinê di hiş da cî digre pirsgirêka xewê derdikeve, kesê nexweş bi şev gelek caran hişyar dibe, şeveqê zû radibe û nikare razê.

Ev jî li ser pêvajoya dermankirinê tesîreke neyînî dihêle. Dibê xewa nexweşên onkolîk were şopandin û dema xewa wan biherime jî divê were dermankirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE